ÎranNûçeRojhilatanavin

Textrewançî: Asta peywendîyên Îran û Ewropayê seratir ji asta asayî ye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got ku serdana wezîrê karên derve yê Fransayê û serdana pşerojê ya serokwezîrê Swêdê bo Têhranê nîşan dide ku asta peywendîyên Îran û Ewropayê seratir ji asta asayî ya berê ye û jorda çûye.

Mecîd Textrewançî alîkarê beşa Ewropa û Amerîkayê ya wezareta karên derve ya Îranê îro li gotûbêja ligel nûçegihanê ISNA`yê, li bara berfirebûna danûistandinên Îranê  ûwelatên ewropî herwiha got: Serdana wezîrê karên derve yê Fransayê bo Têhranê ku yê îşev pêk bê, di çarçova dewama gotûbêjên sîyasî yên rêkûpêk di navbera Îran û Fransayê, rêketinamên ku her du welatan wajo kirine û lidarxistina komsyona hevpar a Îran û Fransayê li Têhranê da pêk tê.

Textrewançî herwiha got: Dema lidarxistina civîna komsyona hevpar, her du alî yê bilî hilkolandina rêketinamên Îran û Fransayê di warên aborî, çandî û sîyasî da, yê li bara meseleyên navçê û cehanê jî rawêjkarîyê bikin.

Textrewançî li bara serdana serokwezîrê Swêdê bo Têhranê jî got: Serokwezîrê Swêdê yê ji 10 heta 12`ê Sibatê ligel taximeke aborî û sîyasî serdana Îranê bike û yê her du alî li hevdîtinan li bara warên curbicur ji wan enerjî û maşînçêkirinê gotûbêjê bikin.

Mecîd Textrewançî alîkarê beşa Ewropa û Amerîkayê ya wezareta karên derve ya Îranê li bara hevkarîyên Îran û YE`yê têkildarî meseleyên navçê jî got: YE`yê bi çavê vê yekê ku Îran welatekî xwedantecrube ye û dikare alîkarîyê bide şareserkirina pirsgirêkên navçeyî li Têhranê mêze dike.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê herwiha li bara ihtimala gotûbêja Îranê ligel tîma Donald Trump serokomarê nû yê Amerîkayê got: Îranê tu gotûbêjek bi tma Trump re nekrîye û ne niha û ne di pêşerojê da tu planek jî di vî warî da tineye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu