AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Wezareta Iraqê: Balyozê Tirkiyê yê Iraqê tê guhertin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî eşkere kir ku ji ber temambûna dema karê wî Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçi tê guhertin.

Nivîsgeha Wezareta Karên Derve ya Iraqê 23yê Berfanbarê ragihand, “Îbrahîm Caferî, ji ber temambûna erka balyozê Tirkiyê, Faruk Kaymakçi li Bexdayê pê re civiya û di civînê de rewşa ewlehî û sîyasî ya herêmê û cîhanê hat gotûbêj kirin.”

Li gor daxuyaniya ku di BasNewsê de hatiye belavkirin, Wezîrê Derve yê Iraqê daxwaz ji balyozê Tirk kiriye ku hêzên Tirkiyê yên li nêzîkî Başîkê vegerin nav axa Tirkiyê.

Caferî herwiha hêviya serkeftinê dîplomatkarê Tirkiyê re xwest, li ser rewşa navxweyî ya Tirkiyê û terorkirina balyozê Rûsyayê axivî û pêwîstiya lêkolîneke hûr ji bo wê babetê anî ziman. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu