AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: ‘Em nahêlin Tirkiyê tevlî şerê rizgarkirina Mûsilê bibe’

Serokwezîrê Irakê Heyder Ebadî di serdana xwe ya Kerbelayê de derbarê nîqaşên operasyona Mûsilê de got ku, ew destûrê nadin Tirkiye tevlî şerê rizgarkirina Mûsilê bibe.

Serokwezîrê Iraqê bi mebesta 9 û 10ê Muherremê serdana bajarê Kerbelayê kir. Ebadî di dema serdana xwe ya vî bajarî de derbarê operasyona Mûsilê û beşdarbûna leşkerîn tirk de nirxandin kir. Ebadî diyar kir ku ew ê ji bo ewlehî û rizgarkirina tevahiya xaka Iraqê xebatên xwe xurtir bikin.

Ebadî got: “Em ê destûr nedin ku Tirkiye tevlî opearsyona Mûsilê bibe. Em Tirkiyê hişyar dikin ku ji ser xaka Iraqê leşkerên xwe vekişin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu