EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Yeketiya Ewrûpa (YE)û Ajansa Navnetewî ya Enirjiya atomê li daxûyaniya xwe ya hevvpar ku şeva îniyê belav bû , ji rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 piştevanî kir

Yeketiya Ewrûpa û Ajansa navnetewî ya enirjiya atomê li piştî civîna pêncane xwe li Broksilê paytexta Biljîkayê li daxûyaniya xwe ya hevvpar ragihandin, Nûnera bilind a Yeketiya Ewrûpa wekî hevahengkirê karûbarên girêdayî bi komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê dê çavdêriya îcrabûna vê Lihevkirinê bike û hevkariyên xwe tev her du aliyên rêketinê zêdetir bike.

Li vê daxûyaniyê herwi hatiye ku Yeketiya Ewrûpa piştevaniya hevkariyên du alî gor rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 dike.

Amerîka li halekê hertim siyasetên xwe yên dijî vê rêketinnamê didomîne ku saziyên navnetewî yên wekî Yeketiya Ewrûpa û Ajansa Navnetewî ya Enirjiya atomê û welatên cîhanê hertim bi nêhrîneke erênî berê xwe dane vê rêketinnamê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu