CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Kolombiya: Em nahêlin Amerîka ji axa me êrişî ser Vênêzoêlayê bike

Dewleta Kolombyayê ragihand ku Ev welata ji bo destwerdana leşkerî ya li Vênêzoêlayê, axa xwe nade ber destê Amerîkayê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, wezareta berevaniya Kolombyayê, roja îniyê ragihand dewleta vî welatî wê îzn nede Amerîkayê ku ji bo êrişa muhtemel a ser Vênêzoêlayê, li axa Kolombyayê pêgehên leşkerî pêk bîne.

Wezareta berevaniya Kolombyayê herwiha got ku Ev welata tu amadekariyekê ji bo destwerdana leşkerî ya li Vênêzoêlayê wekî welatê cînar cih nayîne û cihê bicihbûna hêzên leşkerî yên vî welatî jî qet neguherîye.

Ev gotinên rayedarê kolombyayî li dû vê yekê ye ku karê çend leşkerên vênêzoêlayî ji bo pêkanîna aloziyê dijî dewleta vî welatî bê encam ma û sebebkarên vê yekê jî hatin girtin.

Başa dön tuşu