IraqNûçeRojhilatanavin

Arteşa Iraqê lı Musîlê pêş ve diçe

Hêzên artêşa Iraqê û Heşdê Şeibî yên Iraqê roja şemiyê taxeke rojavaya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewaya vî welatî ji bin lepên terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê azad kirin.

 Serleşkir Ebulemîr Yarullah, fermandeyê operasyona azadkirina Neynewayê roja şemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku yekîneyên taybet ên dijî terorîzmê, taxa El-Sihe El-Saniyê li beşa  rojavaya Mûsilê ji lepên endamên DAIŞ`ê azad kirin û ala Iraqê ser banên avahiyên  vê taxê bilind kirin.

Ebdulemîr Yarullah Reşîd her wiha diyar kir: Hêzên taybet ên dijî terorîzmê li encama pevçûna  tev terorîstên  DAIŞ`ê li taxa El-Sîheyê,  gelek xisar li wan xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu