AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê hişyarî daye Tirkiyê ku li ser terorîstan sermayeguzariyê neke ji ber ku terorîst li kesî rehmê nakin

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotinên xwe yên tev medyayên Sûriyê li Genevayê bilî viya ku hişyarî daye Tirkiyê ku li ser terorîstan sermayeguzariyê neke ragihand; pêwîste ku welatên cîhanê bona jinavbirina terorîstan bi micidî destekê bidin hevdu û li hemberî cinayetên terorîstan bê deng nemînin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişande ser viya ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê xeterekî cîhanî ye got: Bexda ji hemû welatên navçê û cîhanê dixwaze ku bona jinavbirina vê grûpa terorîstî alîkariya hevdu bikin.

Ceferî destnîşan kir; Iraq li şerê dijî terorîstan dê alîkariya Sûriyê bike ji ber ku her derbeyek ku li Sûriyê keve wekî viyaye ku ev derbeya li Iraqê ketiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu