EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afxanistanê derbeyên giran li DAIŞ û Talîbanê hatin xistin

Di operasyonên başûr û rojhilatê Afxanistanê ku li dijî Talîban û DAIŞê hatin kirin de, hat ragihandin ku 55 milîtan hatine kuştin.

Çavkaniyeke ji Wezareta Berevaniya Afxanistanê ragihand, “Hêzên Asmanî yên Afxanistanê li herêmên başûr û rojhilat operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Di encama operasyonê de, 47 ji Talîbanê 8 milîtan jî yên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan endamên wan birîndar bûn. Windahiyên sivîl tune ne.”

Li gor çavkaniyê derbeyên giran li DAIŞê hatine xistin û gelek mewziyên wan hatine tunekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu