CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

قُلْ مُوتُواْ بِغَيْظِكُمْ(Bêje: Geber bin bi kînê xwe)……..Kerry: Îsraîl û Misirê zor da Amerîkayê, da ku Îranê bombebaran bike

Wezîrê bere yê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry got Îsraîl û Misirê di sala 2015an de zor da rêveberiya Barack Obama, da ku Îranê bombebaran bike.

Li gorî nûçeya Haaretzê Kerry li bajarê Washington, paytexta Amerîkayê di forûmekê de axivî û diyar kir ku Îsraîl û Misirê beriya peymana nêkleerê ya ku di sala 2015an de hat îmzekirin, zor da rêveberiya Barack Obama, da ku Îranê bombebaran bike.

Kerry ragihand ku gelek şah û serokên dewletan ji Amerîkayê re gotiye, ‘Îran tene ji bombebarankirinê fêm dike’ û derbirî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî ji bo ku êrîşê Îranê bike, Amerîka sor kir.

Kerry anî ziman ku wan dizanîbû van welatên ku bi awayekî veşartî piştgirî didan Amerîkayê ku li Îranê bide, wê li pêşberî rayagiştî rexne li Amerîkayê bigirtana û got, ji ber vê yeke ew fikirîn ku ev ‘kemîn’ e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu