ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina balyozê Îranê li Iraqê tev Heyder Ebadî

Balyozê Îranê li Iraqê bi serokwezîrê vî welatî re hevdîtin pêkanî û li vê hevdîtinê li bara şerê li dijî DAIŞ`ê û her wiha peywendiyên dualî behs kirin û şêwirîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, balyozê Îranê li Iraqê, Hesen Danayîfer roja şemiyê tev Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora malpera Someriye Newsê, li daxûyaniya ku nivîsgeha Ebadî weşandiye hatiye : Serokwezîr li jnivîsgeha xwe pêşewaziya balyozê Îranê kiriye û li vê hevdîtinê riyên bihêzkirina peywendiyên dualî, rewşa navçê û her wiha hevkariya li warê enerjiya iliktrîkê hat hilkolandin.

Li dewama daxûyaniya hanê hatiye: Her dualî her wiha li bara şerê li dijî DAIŞ`ê û serketinên vê dawiyê li dijî grûpên treorîstî gotûbêj kirin.

Li gorî vê raporê balyozê Îranê ser piştgiriya welatê xwe û her wiha gelê wî ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê tekez kir.

Iraq hewl dide ku peywendiya xwe bi welatên cîhanê û welatên navçê re xurt bike bitaybet ku niha di şerê li dijî grûpên terorîstî ji wan grûpa DAIŞê de ye . Ebadî bi caran ser xwesta Iraqê jibo pêkanîna peywendiya bi welatên navçê tekez kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu