IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê duh şemiyê navenda têlêkoma grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê jinav bir

Hêza hewayî ya Iraqê li daxûyaniya xwe ya duh şemiyê ragihand ku navenda telikoma DAIŞ`ê li bajarê Til Eferê jinav bir ku li vê navendê embarên çek û sîlahan û karistana bombeçêkirinê hebûn.

Ji aliyê dinve, Cebar Hesen ji qumandên artêşa Iraqê ragihand ku bona kemilandina operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê yekîneyên alîkariyê yên artêş û hêzên gelanî yên vî welatî gihêştine navçê û li navça Badûşê bi cih bûne.

Operasiyona azadkirina navça Badûşê ji çend roj berî niha û bi pişkdariya hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî li derûdora vê navçê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu