FilistînNûçeRojhilatanavin

Rejîmê siyonîst: Dibe pevçûnên dijwar destpê bikin

Li gor çapemeniya Îsraîlê, Gadî Eizenkot di axaftina xwe ya civîna Lijneya Wezîran de got: “Li Xezzeyê bi taybetî ji ber krîza xwarin, av û elektrîkê dibe pevçûnên dijwar biqewimin.”

Hefteya borî Midûriyeta Ewlehî ya Îsraîlê jî gotibû eger çareserî ji rewşa Xezzeyê re neyê dîtin ihtimala şerekî leşkerî pir zêde ye.

Piştî tevgera Hemasê li Filistînê hilbijartina 2006an qezenç kir Îsraîlê ambargoyeke giran danî ser Xezzeyê û êw ambargo hê dewam dike. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu