Artêşa Sûriyeyê piştî şerekî bi komên çekdar re, karî ku 3 gundikên li derdora rêya kastîloyê ya bakurê Helebê kontrol bike.
Çavkaniyeke leşkerî ji Spûtnikê re ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi awayekî serkeftî pêşkevtina xwe li ser rêya Kastîloyê dewam kir û karî 3 gundikên li derdora kendala kevirî ya li bakurê Helebê kontrol bike.
Herwiha heman çavkaniyê diyar kir ku berî niha artêşa bi top û hawanan êrîşî komên çekdar kiribû û karîbû girê Beyt Merî’ jî ji destên wan derxîne.
Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku ew her sê gundik piştekî şerekî dijwar hatine bidestxistin û gelek endamên komên çekdar hatine kuştin an birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)