AsyaEwropaNûçeRojhilatanavin

‎Ukrayna‬: Me El ‪Kaîdeyiyekî‬ tirk zeft kir

Serokê Beşa Ewlehiya Ukraynayê Vasili Gritsak ragihand ku wan endamekî El Qaîdeyê yê tirk zeft kirine û wê wî piştî kiryarên pêwîst bişînin Tirkiyeyê.

Gritsak di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku di çarçoveya operasyonên têkoşîna li dijî terorê de 25 kesan girtine û wiha pê de çû: ‘Me endamê El Qaîdeyê yê tirk girt ku bi înterpolê lêdigeriyan. ‘
Gritask da zanîn ku terorîstê ku girtine amadehiya derketina derveyî Ukraynayê dikir. Hate ragihandin ku terorîstê hatiye zeftkirin piştî proseduran wê îadeyî Tirkiye bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu