EwropaNûçeRojhilatanavin
DAIŞê tehdîda meha Remezanê li Amerîka û Ewropayê kir

DAIŞê daxuniyêk da û ji hemû şopînerên rêxistinê yên misilman xwest ku di meha Remezanê ya pîroz de, êrîşan li ser Amerîka û Ewropayê pêk bînin.
Berdevkê DAIŞê Ebû Muhemed El-Ednanî qeydeke dengî ku ji 31 deqîqeyan pêk tê weşand û ji şopînerên xwe xwest ku ji hefteya bê, ji bo meha Remezanê xwe ji şehadetê re amade bikin û ragihand ku êrîşên wan wê bi gelekî ji yên Sûriye û Iraqê dijwartir bin.
El-Ednanî got: “Remezan, meha serkeftin û cîhadê ye. Xwe amade bikin û vê mehê ji bo kesên bawer nakin, bikin karesat”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)