ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Destpêbûna muzakirên alîyên sûrî li Astanê bi pişkdarîya Îranê

Muzakirên desteyên dewleta Sûrîyê û komên çekdar ên neyar bi amadebûna 8 desteyan ji wan ên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê wekî pêkînerên civînê li bajarê Astane paytexta Qazaqistanê destpê bûn.

Nûrsiltan Nezerbayêf serokomarê Qazaqistanê li destpêka muzakirên navnetewî yên Sûrîyê, hewldana desteyên pişkdarê civîna Astanê binirx wesif kir û hêvî kir ku civîna Astanê bikare destpêkek be jibo pêvajoya aştîyê û çareserkirina qeyrana Sûrîyê.

Li gorî plana ragihandî, serokên desteyên Sûrîye, Îran û Tirkîyê jî yê li axavtinên xwe helwest û hevdengîya her sê welatan jibo çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê şirove bikin.

Muzakirên durojî yên Astanê li pişt derîyên girêdayî tên lidarxistinê lê, beşên nenihênî yên gotûbêjan bi rêka vîdokonfiransê jibo nûçegihanên derveyî hotlêa birêxistina vê civînê tên weşandinê.

Berî destpêbûna muzakirên fermî, desteyên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di çarçova hevdengîya li bara rêbazên bihêzkirina agirbesa berfire li Sûrîyê û hilkolandina daxûyanîya dawîyê û herwiha mêhwerên muzakirên alîyên sûrî, rawêjkarî kirin.

Di vî halî da Bişar Ceiferî nunerê Sûrîyê li NY ku serokatîya desteya hikûmeta Sûrîyê ya pişkdarê civîna Astanê dike, îro bi Hisên Cabirîyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê ûsergêrê desteya îranî ya pişkdarê muzakirên Astanê ra civîya û her du alîyan alûgurên herî dawîyê hilkolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu