AsyaNûçeRojhilatanavin

‪Misir‬: Dibe ‪balafira‬ me di encama êrişek terorî de ketibe

Wezîrê Karên Derveyê ya Misrê Semîh Şukrî ragihand ku balafira wan ê ku sefera Parîs – Qahîreyê dikir û roja pênçşemê ya heftaye borî ketibû Behra Spî, dibe ku di encamek êrişa terorî de ketibe.

Wezîr ji televîzyona NBCê re avixî û wiha got: ‘Ez naxwazim derbarê ketina balefire de hin spekulasyonan bikim. Lê dibe ku balafir di encama êrişa terorî de be an jî sedemê teknîkî be ango sedemek din be.’
Palafira EgyptAirê hefteya borî roja pênçşemê ji Parîsê paytexta Fransayê diçû Qahîreyê lê piştî rabûna balefire demek şûnda ji radarê hûndabû û piştre jî hate hînbûn ku balafir ketiye Behra Spî. Piştî lêkolînên pisporên misrî eşkere kiribûn ku di balefire de rastî şopa teqînê hatine.

Li ser van yekan Serokê Tîpa Edlî yê Misrê Heşam Abdelhamid van daxuyaniyan derewandibû û gotibû: ‘Ev texmîn in’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu