Mehdî Xakiyan Qumî rêbereê navenda lêkolên ciwan li Îranê got: Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê dê 10 heya 20 Kanûna2016an li Hindistanê bê li darxistin.
Mehdî Xakiyan Qumî roja sêşemiyê li gotûbêja bi IRIB Newsê re bala xwe da ser vê yekê ku ji Îranê 10 kesên bijartî li Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê beşdar bûne û got : Li qonaxa ewil a hejmara beşdaran 4 hezar kes bû ku ev 10 kes bi serketin li ceribandinên curbicur derbasî qonaxa dawiyê bûn.
Vî mamosteyê fîzîkê yê zanîngeha Emîr Kebîra Têhranê kêfxweşiay xwe li bara asta zanistî ya van deh kesan da xûyanê û hêvî kir nunerên Îranê li Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê li Hindistanê bi medalên xweşreng jibo Îranê şanaziyê bînin.
Karnama Îranê li 4 dewran li Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê li 4 salên buhurî bidestxistina pilên curbicur ji pila yekê heya pila pêncan bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)