NûçeRojhilatanavinSûriye

100 hezar awareyên sûrî vegeryan Xûteya rojhilatê

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê li bara vegeryana 100 hezar awareyên sûrî bo Xûteya rojhilat agahî da ku vê dawiyê ji destê terorîstan hatiye azadkirin.

 Li gorî rapora IRNAyê,li gorî rapora navenda peanerên sûrî ser bi wezareta berevaniyê Rûsiyê li Sûriyê, kesên hanê ji ber dewama cengê li Xûteya rojhilatê neçar mabûn  terka vê navçê bikin.

Artêşa Sûriyê destpêka Avrêla buhurî karî ku hemî bajêr û bajarokên  Xûteya  rojhilata Şamê bixe bin kontrola xwe. Li vê operasyonê bi sedan kes ji terorîstan hatin kuştin. Her wiha  ewlehiya derketina bi dehan hezar  xelkê sivîl ku komên terorîstî wan weke mertala  însanî bikar dianîn, ji aliyê artêşê ve hat dabînkirin.

Başa dön tuşu