ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina berpirsên welêt û mêvanên Civîna Tifaqa Islamî bi rêberê qedirgiran ê inqilabê re

Serokên her sê dezgehên birêvebirina welêt, sefîrên welatên islamî û mêvanên pişkdarê civîna navnetewî ya Tifaqa Islamî îro bi rêberê qedirgiran ê inqilabê re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê û ji zarê nivîsgeha parastin û weşandina berhemên ayetulah Xaminêyî, di roja eyda bimbarek a jidêbûna pêxemberê ekrem (S) û Îmam Sadiq (S) de, serokomar, serokê meclisê û serokê dezgeha dadwerîyê, hejmarek berpirsên welêt, sefîrên welatên islamî û mêvanên pişkdarê civîna navnetewî ya Tifaqa Islamî vê sibê bi hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî re hevdîtin pêk anîn.

31`emîn civîna navnetewî ya Tifaqa Islamî bi mijara “ tifaq û pêwîstîyên şaristanîyeta nû ya islamî“ bi pişkdarîya 500 mêvanên bîyanî û navxweyî ji wan ayetulah Mihemedelî Tesxîrî serokê Civata Bilind a Cîhanî ya Lihevnêzîkirina Mezhebên Islamî û hin kesayetîyên çandî û sîyasî îro hat destpêkirinê û yê heta sibê 6`ê Kanûnê li Salona Konfransa Serokên Welatên Islamî li Têhranê bidome.

Nûçeya tam a vê hevdîtinê tê amadekirinê. (BANGE İSLAMİ)

Başa dön tuşu