AsyaErebîstanNûçeRojhilatanavin

Balefirên cengê yên Erebistanê gihêştine pêgeha Qoniya Tirkiyê

Balefirên ger û filitandinê yên Koger ên Erebistanê ji bo pişkdariya li meşqa hevpar tev Tirkiyê ya ser navê ”Nûra 2016” gihêştine pêgeha eskerî ya Qoniya Tirkiyê.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA’yê, ji zarê medyayên erebistanî, Fehed Bin Ebdullah El-Qehtanî qomandê yekîneyên Erebistanê ku pişkdarî meşqa”Nûra 2016”’ dikin got: Hedefa pişkdariya Erebistanê li vê meşq û tedbîqatê qahîmkirina hevkarî û peywendiya xwe tev wan welata ne ku pişkdariya vê meşqê dikin.

Wî got: Ev meşqa mecaleke baş e ji bo zêdekirina karayiya taktîkên şerî û zêdekirina amadetiya hêzên şerî.

Hatiye ragihandin ku xîncî Erebistan û Tirkiyê, welatên din ên wekî Azerbayîcan, Ermenistan û Komara Qibrisa bakûrî jî pişkdariya meşqa ”Nûra 2016” dikin.

Peywendiyên navbera Erebistan û Tirkiyê li babetên curbicur vê dawiyê berfireh bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu