İro 12 Behmenê, 31 Çillê, hevgavê salroja vegeriyana dîroksaz a Îmam Xumeynî (Rehmetullah Eleyh) bo Îranê ye.
38 salan berî niha li rojeke wiha, 12 Behmena 1357 Hicrî Tavî (Fevriya 1979) hezretê Îmam Xumeynî (RE) xêmdarê Komara Îslamiya Îranê piştî 15 salan ku ew ji welêt dûrxistibûn li nav pêşewaziya germ a gelê Îranê piyê xwe danî ser axa welatê xwe ya Îslamî.
Pêşewaziya germ û girseyî ya gelê Îranê ji Îmam Xumeynî (RE) bêmînak bû bi awayekî ku li dîroka hevçerxe Îranê, xelkê vî welatî ji şexsiyetekî dine dilhebîne xwe wisa pêşwazî nekiribû .
Divê 12 Behmenê xala weşerxanê li serketina Inqilaba îslamî were zanînê. Ji ber ku bi saya vê hereketa mezin û dîrokî bi rênimandin û aqilmendî û agahdariya Îmam Xumeynî (RE) Inqilaba Îslamî li şerekî domûdirêj li hemberî dîktatorî û nizama serdestîxwaz bi serbilindî serket. ev inqilaba niha nêzîkî 4 dehekan e ku di riya geşatiyê de dimeşe bêyî ku bîçekê ji nirxên inqilabî û armancên xwe dûr keve.
Nihêrînek li karnama 38 salên buhurî vê rastî nîşan dide ku nizama Komara Îslamî ay Îranê bi şanazî û serbilindî kariye li hember komplo ji şerê dijwar û giran girtî heya şerê nerim bisekine. Îsal jî 39mîn buhara Inqilaba Îslamî bi hêz û qawet li hember gefan sekiniye û micid û bi qawet bi pêşde diçe.
Dijminên Nizama Komara Îslamî li van salana ku ji serketina Înqilaba Îslamî derbas dibe bi komployên curbicur hewl dan Îranê bixin tecrîdê û xelkê ji inqilabê dilsar bikin, lê bi hemî hewldanên xwe nekarîn derbê li bingehên Înqilabê û nizama Komara Îslamî ya Îranê xînin.
Rawestana gelê Îranê li hember qawetên zordar, zirûf û potansiyelên inqilaba Îslamî eşkere kir û nîşanî dinyayê da ku Komara Îslamî a Îranê wek hakimiyeteke li gor nirxên inqilabî û olî bi pêngavên cidî ber bi armancên xwe pêşde diçe loma Emerîkay bi dîtina pêşketin û îqtidara Komara îslamî ya Îranê li warên curbicur pirtir ji berê hêrs bûye.
Boykotên aborî yên rojava bi mêhweriyeta Emerîkayê li dijî gelê Îranê ku tu armanceke wê xêncî viya tine ku gelê Îranê bîne zinharê û nehêle ew hereketa xwe ya inqilabî bidomînin lê niha ev yeka bûye tevgereke lawaz û pasîv ku êdî tu tişt ji destê wê nayê.
Emerîkayê li sercem liv û tevegrên xwe li dijî Îranê hewl daye Îranê wek gefekê bide xûyanê. Niha jî Trump serokomarê Emerîkayê bi cihanîna hin berbend û astengiyan yên neqanûn li dijî heft welatên misilman, navê Îranê danî nav lîsteya ku Emerîka îdia dike alîgirê terorîzmê ne û bi vî awayî dixwest ezmûnên işkestxwarî yên berê dubare bike .
Emerîkayê piştî işkesta proja şantajên li warên mesela navokî ya Îranê nîşan da ku tucarî dev ji kiryarên bidijminatî li dijî gelê Îranê bernedaye û tenê rêbazên xwe guhertiye.
Niha jî ev mehne li mijarên mîna dilgiraniya li bara bernama mûşekî an îdiaya piştgiriya Îranê ji terorîzmê tê şopandin. Emerîka ji hemen destpêka serketian Inqilaba Îslamî riay dijminatiyê girt ber xwe ku bi vê dijminatiyê bighêje armancên xwe lê pêngavên bilind ku gelê Îranê piştî serketina inqilabê rakirin jixwe hemî muadilên dijminan hilweşandin.
Şaşitiya li nirxandin û hesabên dijminên nizama Komara Îslamî ya Îranê bû sedem ew riyeke domûdirêj jibo dijminatiya tev Îranê derbas bikin . Lê ev liv û tevgerana bi tenê bûn sedema mezinatî û zêdebûna qedr û qîmeta gelê Îranê û îsbat kir ku heke her netewek ji bo bidestxistina şeref, cih û şûna xwe ya hêja û ewlehî û berjewendiyên xwe divê li ber xwe bide û fidakariyê bike û baweriya wê bi xwe hebe. Deheka fecrê ya inqilaba Îslamî ya Îranê peyameke wiha ji netewên cîhanê re heye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)