Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê li bara girtina 12 endamên koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê li vî bajarî agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, vê çavkaniyê roja ekşemiyê ji ajansa El-Qed Pressa Iraqê re got: Hêzên ewlehiyê li çaremîn roja operasyona paqijkirina navçên rojava û başûrê Kerkûkê û rojhilata Selahedînê ev kesên ku li vî bajarê xwe veşartibûn, peyda kirin û girtin.
Wî got: Kesên hanê wek komên nepenî yên DAIŞê li vî bajarî bi cih bibûn.
Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Heşda Şebî û Yekînên artêşa Iraqê duh û li sêwem roja vê operasyonê, çend tûnêlên bin erdê û trimbêleka çek û sîlehan li başûrê rojava Kerkûkê keşfkirin û zewtkirin.
Tevî raghandina dawîbûna emrê DAIŞê li Iraqê,li gorî gotina çavkaniyên agehdar, bi dehan cih li vî welatî hene ku sitargeha endamên DAIŞ`ê yên revyayî ne û hîn nehatine paqijkirin. Piştî dubarebûna bûyerên curbicure terorîstî li dijî welatiyan û hêzên dewletî li parzêgeha Kerkûkê li hefteyên derbasbûyî, çavdêr ji ber xetera giranbûna bêewlehiyê li vê navçê dilgiran in.