NûçeRojhilatanavinSûriye

120 terorîst li nav Sûriyê hatine kuştin

Ji ber şer û pevçûna di navbera artêşa Sûriyê û terorîstan li derûdora parêzgeha Hemayê li rojavaya vî welatî 120 terorîst hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa fermî ya Sûriyê ya ser navê Sanayê, Li şer û pevçûna duh şemiyê di navbera hêzên artêşa Sûriyê û terorîstan li riyên Sekîk-Meanê û Tel El-Sewan -El-Kebariyê li aliyê bakûrî yê parêzgeha Hemayê 40 terorîst hatine kuştin û pênc trombîlên wan jî hatine şewitandin.

Hêzên artêşa Sûriyê herwisa li navça derûdora çemê Asiyê ber bi bajarokê Xetabê li derûdora Hemayê, êrişî ser civînekî terorîstan kirin ku 20 terorîst hatine kuştin û 10 tirombîlên wan jî hatine şewitandin.

Herwisa ji ber êrişa berfireh a artêşa Sûriyê ser pêgehên terorîstan li gundê Meirdesê 60 terorîst hatine kuştin.

Terorîstên ku Erebistan ji wan piştevaniyê dike ji çend roj berî niha birek ji navçên bakûra parêzgeha Hemayê dagîr kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu