13 îranî li şewitîna hotêla Mezîf El-Hesena Necefê birîndar bûn
Serokê navenda doxtoriya hecîtî û ziyaretê ya Civata Heyva Sor a Îranê ragiahnd ku agir bi hotêleke bajarê Necefa Eşref li başûrê Iraqê ketiye û 13 ziyaretkirên îranî jî li vê bûyerê birîndar bûne.
Serokê navenda doxtoriya hecîtî û ziyaretê ya civata heyva sor a Îranê, seyd Elî Mereşî got: Li hotêla Mezîf El-Hesena Necefê ziyaretkirên du karwanên îranî ji parêzgehên Qum û Hormozganê hebûn.
Mereşî destnîşan kir: Birîndar derdem bo dermangeha Welayeta Necefê hatin rakirin û piştî dermankirina sretayî û oksîjêntrapiyê ji dermangehê hatin der.
Berpirsên Agirvemirandinê yên bajarê Necefê ragihandin ku berêvariya duşemiyê ji ber nakokiya li pergala elektirîkê, agir bi hotêla Mezîf El-Hesenê ku li nêzikî tirba îmam Elî (S) ye, ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)