CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Neyarîya 98 welatî li hemberî pêşnivîsa Kanadayê ya dijî Îranê li NY

Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY reşnivîsa mafên mirovan a li dijî Îranê xist ber dengdanê lê nekarî dengê piştgirîyê yê 98 welatên endam bi dest bixe.

Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY duh danê êvarê reşnivîsa mafên mirovan a li dijî Îranê ku Kandayê hazir kiribû xist ber dengdanê ku 85 endaman dengê Erê, 30 endaman dengê Na û 68 endaman jî dengê Bêalî danê.

Di vê navberê da Bişar Ceiferî nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY li dijî vê reşnivîsê derket û got: Şam li dijî sîyasîkirina mijarên têkildarî mafên mirovan e.

Ceiferî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê sedema bêistiqrarî, bêewlehîtî û binpêkirina mafên bigehîn ên gel zanî û got ku biryarnamên ku bi armancên sîyasî welatên din dikin armanc, berovajî menşûra NY ne.

Nunerê Rûsîyê li NY jî dema nerazîbûna li hemberî wê reşnivîsê got: Ev reşnivîsa ne berevanîya ji mafên mirovan e.

Koreya Bakur, Venezoela û Pakistanê jî neyarîya xwe li hemberî reşnivîsa Kanadayê ya li dijî Îranê nîşan dan.

Ev reşnivîsa divê li Civata Giştî ya nY jî were raberkirinê ku heke pirranîya dengan bi dest bixe dê wek biryarname were tomarkirin.

Başa dön tuşu