IraqNûçeRojhilatanavin

130 DAIŞ`î li aliyê çepê yê Mûsilê hatine kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dewama dewra dudyan a operasiyona xwe ya ji bo azadiya Mûsilê, li aliyê çepê yê vî bajarî 130 endamên vê grûpa terorîstî kuştin û hinek ji navçên vî alî jî ji destê terorîstan azad kirin.

Hema li vê çarçîvê da Reşîd Yarullah qumandê operasiyona Qadimûn yan Nêynewayê jî ragihnad,Hêzên polîsê Iraqê mêhwera başûrî ya qiraxa çepê ya Mûsilê kirine hedefa êrişên xwe ku di encamê da 130 terorîst hatine kuştin û 5 wesayîtên van terorîstan ên bombarkirî teqandin.

Hêzên Seraya Aşûra ser bi Heşdî Şebî jî li navça El-Hezer li başûra Mûsilê êrişî ser pêgehên terorîstan kirin.

Wezareta parastinê ya Iraqê jî ragihand ku birek ji serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji ber êrişa hewayî ya hêzên iraqî li navça Hedîsê li rojavaya Enbarê hatine kuştin.

Hêzê polîsê Iraqê herwisa Hidiye Berekat welatiya êzdî ku li navça Sûmirê li başûra rojhilata Mûsilê hêsîr bibû , ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Ji ber êrişa firokên şêr yên Iraqê ser navça Hewîcê li rojavaya Kerkûkê jî 10 terorîst hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu