NûçeCîhanEwropa

130 top ji Koreya Bakur ber bi sînorê Koreya Başûr ve hatin avêtin

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr ragihand ku nêzî 130 top avêtin herêmên tampon ên rojhilat û rojava yên nêzî sînorê deryayî yê Koreya Bakur.

Koreya Bakur top avêtin ser sînorê Koreya Başûr. Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr da hat ragihandin ku Koreya Bakur li gor saeta herêmî saet 14:59an da nêzî 130 top avêtin herêmên tampon ên rojhilat û rojavayê sînorê deryayê yên di navbera herdu welatan da.

Hat diyarkirin ku gule ji herêmên Kumgang û Hwanghae yên Koreya Bakur hatin avêtin, hat diyarkirin ku hin topên hawanê gihîştine Xeta Sînor a Bakur. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Topên ku li herêmên tampon ên rojhilat û rojava tên avêtin binpêkirina eşkere ya peymana leşkerî ya 19’ê Îlonê ye û em bang li Koreya Bakur dikin ku raweste.”

Ji aliyê din ve piştî topbaran û mûşekên Koreya Bakur, Amerîka û Koreya Başûr tetbîqatên xwe yên leşkerî zêde kirin. Tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera Amerîka û Koreya Başûr de ku îro li herêma Cherwon dest pê kir, dê heta sibê berdewam bike.

Başa dön tuşu