AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

13`emîn civîna serokên Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) îro nîvro bi weşandina daxûyanîyekê bi dawî hat

Pêkutîya li ser ewlehîya navçeyî û têkoşîna li hemberî têrorîsmê, neyarîya li hemberî sîyasetên dijî koçberîyê yên hin welatan, neyarîya li hemberî sepandina boykotên yekalî yên hin dewletan ser hin welatan û herwiha pêkutîya ser bihêzkirina hevkarîyên ticarî di navbera welatên endamê sazîya ECO`yê da, mêhwerên herî girîng ên daxûyanîya dawîyê ya sêzdehemîn civîna serokên ECO`yê ne.

Herwiha mijara korîdorên herêmî, pêwîstîya bihevregirêdana zêdetir a welatên endamê ECO`yê, mijara enerjîyê û herwiha babeta jîngehê, ji wan mijarên girîng ên din bûn ku serokên sazîya ECO`yê li daxûyanîya dawîya civîna vê sazîyê bala xwe danê.

Sêzdemîn civîna serokên ECO`yê îro li Islmabad paytexta Pakistanê hat lidarxistinê û serokatîya dewrê ya vê sazîyê bi awayekî fermî ji Komara Azerbaycanê bo Pakistanê hat veguhestin.

Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxansitan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qezaqistan, Tackistan û Komara Azerbaycanê, 10 endamên  Rêxistina Hevkariya  Aboriyê (ECO) ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu