GenelÎranNûçeRojhilatanavin

15 belgeyên hevkariyê navbera Îran û Hindistanê hatin wajokirin

Komara Îslamî ya Îranê û Hindistan ji bo xurtkirina asta têkiliyên hevpar, 15 belge û hevhatina hevkariyê wajo kirin.

 Ev belge û reşnivîsên  hevkariyê roja şemiyê li Dêhliyênû û bi beşdariya  Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê û Narenda Modî serokwezîrê Hindstanê ji aliyê rayedarên pilebilind ên du welatan hatin wajokirin.

Hevhatina wernegirtina sermala zêde, reşnivîsa hevhatina  betalkirina  vîzeya siyasî, reşnivîsa hevkariyê li warê cotkariyê, reşnivîsa  hevkariyê li warê Antî Dampîngê, reşnivîsa hevhatina  rêveberiya  demkî ya faza ewil a bendera ewil a Çabuharê, reşnivîsa hevkariyê navbera şîrketa posta Îranê û dayira posta  Hindistanê û reşnivîsa hevkariyê navbera beşa  karûbarên jinan a serokkomariya Îranê û Wezareta karên jinan a Hindistanê ji wan  hevhatinnameyên  wajokirî navbera Îran û HIndistanê ye.

Îran û Hindistanê her wiha  li warên  wergirtina  sûçkaran, alîkariya  dadweriyê li karûbarên  medenî û ticarî, hevkariyên  tendrustiyê, dermanan navbera wezaretaxaneyên  tendrustiyê navbera du welatan û hevkariya  li warê tebabeta sunetî navbera Wezareta tendrustiya Îranê û Wezareta tebabeta sunetî ya Hindistanê, reşnivîsa hevkariyê wajo kirin.

Reşnivîsa hevhatina  dayîna  vîzeya iliktronîk, reşnivîsa hevhatina  hevkariyê ya odeya bazirganiyê  ya Îranê tev odeya  bazirganiyê ya  Fîkiyê, reşnivîsa hevhatina hevkariya odeya  bazirganiya  Îarnê etv  odeya  bazirganiya  Asûşemê û reşnivîsa hevhatina  odeya  bazirganiya  Îranê tev  odeya  bazirganiyê ya  PHD Çembirê jî  ji belgeyên din ên  wajokirî navbera rayedarên  pilebilind ên  Îran û Hindistanê ye.

Hevdîtina fermî ya sê rojî ya Rûhanî  ji Hindistanê ji roja pênşemiya buhurî û bi gihêştia nava  HeyderAbadê li başûrê vî welatî destpê bû.

Başa dön tuşu