15 endamên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyaliya Iraqê piştîraghandina işkesta DAIŞ`ê li Mûsilê xwe radestî hêzên iraqî kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, çavkaniyeke agehdar a ewlehiyê li Iraqê raghand ku piştî işksta DAIŞê li Mûsilê, 15 endamên vê grûpê li parêzgeha Diyaliyê xwe radestî hêzên iraqî kirin.
Serwan Hebîb El-Şemerî li vê barê ji Anadolunewsê re got : Ev 15 kes welatiyê Iraqê bûn û pêştir ji aliyê Teşkîlata Dadweriyê ya Iraqê ber teqîbatê bûn û hukma girtina wan hatibû dayîn. Kesên hanê bi awayê xwebexş xwe li nêzîkî bajarê Beqûbê radestî hêzên artêşa Iraqê kirin.
El-Şemerî her wiha got: Kesên hanê piştî raghandina işkesta DAIŞ`ê li Mûsilê xwe radest kirin û çarenivîsa wan jî mîna hevriyên wan dê bibe mirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)