IraqNûçeRojhilatanavin

15 gundên kurdan ên derdora Kerkûkê ji ber gefa DAIŞ`ê hatin valakirin

gundên kurdnişîn ên derdora Kerkûkê li ber gef û xetera ciddî ya çeteyên DAIŞ`ê ne û ji ber van gefan 15 gundên Kurdnişîn ên li navçeya Dûbizê li başûrê rojavaya Kerkûkê hatine valakirin.

Yûsif Mihemed Serokê Konseya gundê Teqteqê li nêzikî Dûbizê di vî warî da ragihand ku çeteyên DAIŞê yên çekdar şevê êrîşî ser vî gundî dikin û mal û heyitiyên gundiyan didizin û gefa mirinê li wan dixwen û ji ebr vê yekê rûniştiyên gund terka mala xwe kirine.

Qasim Mihemed Fermandarê pasegeha polîs a navçeya Dibsê jî di vî warî da ragihand ku çeteyên DAIŞê şevê êrîşî ser gundên navçeyê dikin û pirranî gundên kurdan talan dikin.

Pêştir jî çend caran êrîşa çeteyêîn DAIŞ`ê li ser van gundan hebûye û di heyama du mehên bihurî da bermahiyên DAIŞ`ê tevî êrîşa lis er gundê Teqteqê û talankirina gundi, du kes ji niştecihên gund dîl girtin ku meytê yekî wan hatiye vedîtin û yê din jî çarenivîsa wî nediyar e.

Başa dön tuşu