IraqNûçeRojhilatanavin

15 kes bûn gorîyê êrişên têrorîstî yên li Bexdayê

Rayedarên iraqî ragihandin ku di encama çend teqîn û êrişên têrorîstî li deverên curbicur ên Bexdayê da, herîkêm 15 kes hatin kuştinê û zêde ji 50 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a AssociatedPress`ê û ji zarê navenda polîsên Iraqê, duh di encama êrişa bi rokêtan a têrorîstan ser cebilxanekê li rojhilata Bexdayê da, 5 sivîl hatin kuştinê û 15 jî birîndar bûn.

Duh herviha di encama teqîna bombekê li devera ticarî ya sunenişîn a Xezalîye ya Bexdayê da, 2 kes hatin kuştinê û 8 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên wezareta karên hundur a Iraqê ragihandin ku di encama teqîna 2 bomban li meydana fêkî û pincaran a Bexdayê da jî, 5 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Bombek jî li devera ticarî ya rojavaya Bexdayê da teqîya ku di encamê da 3 sivîl hatin kuştinê û 8 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu