15 sal zîndan ji bo serokê navenda mafê mirovan a Behrêynê
Rejîma Alê Xelîfe li dewama siyasetên serkutkeraneye xwe dijî xelkê vî welatî, bo serokê navenda mafê mirovan a Behrêynê 15 sal zîndan birrî.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Karbidestên behrêynî îro îniyê ragihandin ku Nebîl Receb serokê navenda heq û mafê mirov ê vî welatî ji ber gotara xwe ya li rojnama Lue-Mondê bi 15 sal zîndan mehkûm bûye.
Rejîma Alê Xelîfe îdia kiriye ku Nebîl Receb li vê nivîsa xwe rejîmên paşahî yên welatên derûdora Kendava Farsê bi rewaca reftarên fanatîk tawanbar kirine.
Nebîl Receb ku niha di zîndana Alê Xelîfe daye,ew îdiayên Alê Xelîfe ret kirine.
Ev xebatkarê Behrêynî ku ji ber kiirîza bedenî ketibû nav rêza efûya karbidestên Behrêynê û ji zîndanê azad bibû li destpêka Hezîranê carek din bi tawanên bê xîm û binyat kete hewsê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)