IraqNûçeRojhilatanavin

15 têrorîstên DAIŞ`ê li Tileferê hatin kuştinê

wezareta berevanîyê ya Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku di encama êrişa balafirên cengê yên iraqê ser bajarê Tileferê da herwiha kargeheke bombebarkirina maşînan û cebilxaneyeke têrorîstan hatine têkbirinê.

Ji hêla din va têrorîstên DAIŞ`ê li cinayeteke nû li dijî sivîlan 15 welatîyên iraqî li bajarê Mûsilê îdam kirine.

Seydo Tatanî endamê konseya walîtîya Nêynewayê got ku DAIŞ`ê 15 kes ji xelkê gundê Şêxmiheme li bakûra Mûsilê îdam kirin. Wî herwiha got: DAIŞ`î hemi rojan cinayetên nû li dijî welatîyan dikin.

Eva li halekî ye ku hêzên iraqî mijûlê azadkirina Mûsilê ji lepên koma terrorist a DAIŞ`ê ne, hêzên iraqî vê dawîyê rojhilata Mûsilê azad kirine û mijûlê azadkirina rojavaya vî sari ne.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu