IraqNûçeRojhilatanavin

150 DAIŞî li Kerkûkê hatin binaxkirin

Li gorî agahiyên Midûrê Ewlekariya Kerkûkê Serhad Kadîr îro 150 DAIŞî ji aliyê şaredariyê ve li Goristana Pence Elî hatin binaxkirin.

Kadîr derbarê rewşê de got: ‘DAIŞiyên ku hatin binaxkirin di encama şerê li dijî pêşmerge û hêzên ewlehiyê de hatin kuştin. Cenazên wan li ji serê demekê ve li Saziya Tipa Dadî dihate rawestandin, lê tu kes li cenazeyan xwedî derneketin. Ji ber vê yekê ew îro hatin binaxkirin.’ Berpirsiyarê Goristanên Kerkûkê Şêx Elî jî destnîşan kir ku ew ji binaxkirina terorîstan ya li goristanê gelekî aciz in, lê divê li gorî yasayan tevbigerin û wan binax bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu