CîhanEwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

‘1500 milîtanên DAIŞê Ewropayî vegeriyan Ewropayê’

Kordînatorê Tekoşîna Terorê yê Yekîtiya Ewropayê Giller de Kerchove di serdana xwe ya Tunisê de bi Wezîrê Navxweyî, Parastin û Edaletê re hevdîtinek pêk anî, mijara ewlehî û tekoşîna terorê bi wezîran re nirxand.

Giller de Kerchove piştî hevdîtinan li avahiya Yekîtiya Ewropa ya li Tunisê daxuyaniyeke çapemenî li dar xist û got: “Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê hezar û 500 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê kul i Iraq û Sûriyeyê di eniyan de şer dikirin vegeriyan welatên Ewropayê.”

Kerchove di berdewamiya axaftina xwe de got: “Vegera milîtanên DAIŞê bo welatên Ewropayê pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne, ji bo çareseriya van pirsgirêkan û ewlehiya sînorê Ewropayê divê bergiriyên pêwisy werin girtin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu