İslami Davet Kurdi Bange İslami

16 bîrên petrolê yên li Mûsilê ku DAIŞê agir berdabû wan hatin tefandin

Hat ragihandin ku ji 25 bîrên petrolê yên li bajarokê Kayyara ya Mûsilê ku rêxistina terorîst a DAIŞê agir berdabû wan 16 jê hatin tefandin.

Berdevkê Wezareta Petrol a Iraqê Asim Cihad di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku bîrên petrolê yên li herêma Kayyara ya Mûsilê bi xebatên karmendên teknîkî yên Şirketa Petrol a Bakur, endezyar û yekîneyên parastina sivîl têne tefandin. Di encama xebatan de heta niha 16 bîr hatin tefandin û ji bo tefandina agirê bîrên mayîn xebat didome.

Rêxistina terorîst a DAIŞê di hezîrana 2014an de herêma Kayyara û bajarê Mûsilê bidest xistibû. Piştî ku rêxistina terorîst ji herêma Kayyara hat deranîn dema vekişiya hemû bîrên petrolê şewitandin. Tîmen Îdareya Parastina Sivîl û endezyarên Şirketa Petrol a Bakur xebatên tefandina bîrên petrolê didomînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version