Nûçe

Sergêriya Astana Quds a Rezewî û nûnerê weliyê feqîh li sê parêzgehên Xorasanên Rezewî, Bakûr û Başûr berbanga îniyê li Meşhedê emrê Xwedê kir

Sergêriya Astana Quds a Rezewî û nûnerê weliyê feqîh li sê parêzgehên Xorasanên Rezewî, Bakûr û Başûr berbanga îniyê li Meşhedê emrê Xwedê kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA`yê, ayetullah Waiz Tebesî berêvariya îniya buhurî ji ber pirsgirêka bêhnkişandinê bo nexweşxaneya îmam Reza (S) li Meşhedê hat veguhestin û kete bin dermanê û piştî hetiyekê koça dawî kir.
Ayetullah Waiz Tebesî ji bilî xizmetgihaniya li tirba pîroz a îmam Reza (S) li rêxistinên mîna Civata kişvkirina Xêr û Mesleheta Pergala Komara Islamî û Meclisa Şarezayên Rêbertiyê jî hebû.
Ew her viha endamê navenda zanistên olî ya Xorasanê bû û serokatiya wê navendê jî li ustiyê wî bû.
Meytê ayetullah tebesî sibê anku şemiyê, 5`ê adara 2016`an, li bajarê Meşhedê tê oxirkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu