NûçeRojhilatanavinSûriye

17 endamên koma terorîst a Fîleq El Rehman li derdora Şamê hatin kuştin

Koma terorîst a Fîleq El Rehman ragihand ku 17 endamên vê komê di encama pevçûna bi artêşa Sûriyê re li Xûteya Rojhilat li derdora Şamê de hatine kuştin.

Li gorî rapora  IRNA`yê, ev koma terorîst îro îniyê li daxuyaniyekê ragihand: 17 endamên wê di encama pevçûna bi artêşa Sûriyê re li derdora bargeha Edewatê li Xûteya Rojhilat a li derdora Şam de hatine kuştin.

Ev koma terorîst li daxuyaniya xwe herwiha ragihand: Hesen El Bûşî, nasyar bi Ebulfewz, yek ji berpirsên leşkerî yên vê koma di nav kuştiyan da ye.

Dewra nû ya êrişa terorîstan ser bargeha Edewatê ya artêşa Sûriyê li rojhilata rîfa Şamê ji roja duşemiya buhurî ve û bi teqandina tûnêlekê li bin cihê mayîna hêzên artêşa Sûriyê li bajaroka Erebêynê destpê bû.

Bargeha Edewatê yan navenda Idare El Murekebat, bargeha herî mezin a leşkerî ya artêşa Sûriyê li Xûteya Rojhilat e ku ketiye navçeyeka navbera Heresta heya Erebêyn û Mudîrayê.

Başa dön tuşu