Li encama êrişa çekdariyê ya kesên nenas ser navçeyekê li eyaleta Zamfarayê li bakurê Nîcerê hatin kuştin.
Li gorî rapora France Pressê, Muhemed Şêxo berdevkê polîsê eyaleta Zamfarayê raghand ku li encama êrişa çekdariyê ser navça Maradonê ser bi eyaleta Zamfarayê, 17 kes hatin kuştin ku howiyeta sebebkarên vê êrişê heya niha diyar nebûye.
Muhemed Şêxo her wiha diyar kir piştî vê êrişê tivdîrên ewlehiyê li navçaê hatine berçavgirtin û ji xelkê hatiye xwestin ku bila bona rawestana li ber komên çekdar bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin.
Yek ji rûniştiyên navça Maradonê got: Kesên çekdar ênmatorsiwar êrişî ser vê navçê kirin û li halekê ku xelk li halê revînê bûn bi awayekî berbilav ber bi aliyê xelkê gulle avêtin.
Li mehên derbasbûyî, êrişên komên terorîstî ser meqerên artêşa Nîcerê li navçên curbicure vî welatî zêde bûne.
Êrişên koma terorîstî ya Bokoheramê ji sala 2009`an li navçên bakurê rojhilata Nîcerê destpê bûn ku heya niha bûne sedema kuştina zêde ji 20 hezar kesî û awarebûna zêde ji du milyon û 600 hezar kesî li vî welatî û welatên derdorê.
Koma terorîstî ya Bokoheramê bi piştgiriya koma terorîstî ya DAIŞê li navça Çadê aktîv bûye û ji çend mehan berî niha êrişên xwe ser navendên eskerî zêde kirine.