İslami Davet Kurdi Bange İslami

17 kes li encama êrişa kesên çekdar li Nîcerê hatin kuştin

Li encama êrişa çekdariyê ya kesên nenas ser navçeyekê li eyaleta Zamfarayê li bakurê Nîcerê hatin kuştin.

 Li gorî rapora France Pressê, Muhemed Şêxo berdevkê polîsê eyaleta  Zamfarayê raghand  ku li encama  êrişa çekdariyê ser navça Maradonê ser bi eyaleta  Zamfarayê, 17 kes hatin kuştin ku howiyeta sebebkarên  vê êrişê heya niha diyar nebûye.

Muhemed Şêxo her wiha diyar kir piştî vê êrişê tivdîrên ewlehiyê li navçaê hatine berçavgirtin û ji xelkê hatiye xwestin ku  bila bona  rawestana li ber komên çekdar bi hêzên ewlehiyê re  hevkariyê bikin.

Yek ji rûniştiyên  navça  Maradonê got: Kesên çekdar ênmatorsiwar êrişî ser vê navçê kirin  û li halekê ku xelk li halê revînê bûn bi awayekî berbilav ber bi aliyê xelkê gulle avêtin.

Li mehên  derbasbûyî, êrişên  komên terorîstî ser meqerên  artêşa Nîcerê li navçên  curbicure vî welatî zêde bûne.

Êrişên  koma terorîstî ya Bokoheramê ji sala 2009`an  li navçên  bakurê rojhilata  Nîcerê destpê bûn ku heya niha  bûne sedema  kuştina zêde ji 20 hezar kesî û awarebûna  zêde ji du milyon û 600 hezar kesî li vî welatî û welatên derdorê.

Koma terorîstî ya  Bokoheramê bi  piştgiriya  koma  terorîstî ya DAIŞê li navça  Çadê aktîv bûye û ji çend mehan  berî  niha  êrişên xwe  ser navendên eskerî zêde kirine.

Exit mobile version