NûçeRojhilatanavinSûriye

18 Kesên sivîl li encama êrişa hevalbendiya Emerîkî ser Hesekê hatin kuştin

Li encama êrişên balefirên cengê yên hevalbendiya navneteweyî ya qaşo li dijî DAIŞ`ê bi serkirdetiya Emerîkayê ser xwendingehekê li Rîfa Hesekê li bakurê Sûriyê 18 kesên sivîl hatin kuştin.

 Li gorî rapora roja duşem a Al-Alamê, televîzyona Sûriyê raghand: Li encama  van êrişên balefirên cengê yên hevalebndiya emerîkî de ser Hesekê çend kes jî birîndar bûn.

Hefteya buhurî jî piştî êrişên hevalebndiya navneteweyî ya emerîkî ser derdora başûrê bajarê Hesekê ya Sûriyê, 18 kesên sivîl can dan.

Emerîka û hevpeymanên  wê ji sala 2014an  bi mehana rawstana li ber koma terorîstî ya DAIŞ`ê, dervey çarçoveya  Rêxistina  Neteweyên Yeklbûyî û bêyî hevdengiya bi dewleta Sûriyê re hevalbendî pêk anîne. êrişên vê hevalbendiya emerîkî heya niha bûne sedema  kuştina gelek ji welatiyên bêguneh li Iraq û Sûriyê.

Sûriyê  bi caran bi şandina  hin nameyan bo Konseya Ewlehî û Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî, êrişên neqanûnî yên balelfirên hevalbndiyê bi serkirdetiya Emerîkayê ser axa xwe şermezar kiriye.

Li gor nûçeyeke din, çavkaniyên nûçan raghandin: Li derdora bajarê El-Qetîfê li Rîfa  Şama Sûriyê çend teqîn qewimîne.

 

Başa dön tuşu