İslami Davet Kurdi Bange İslami

18 terorîst li Til Eferê hatine kuştin

Ji ber êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser kombûnekî terorîstan li bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê 18 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û çend erebeyên wan jî hatine şewitandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Navenda qumandhiyiya hevpar a artêşa Iraqê duşemê şev li daxûyaniyekê ragihand: “Li êrişa hewayî ya ser kombûneke terorîstên DAIŞ`ê li Til Eferê tevî viya ku 18 terorîst hatine kuştin, pênc erebeyên wan û navendeke çêkirina bombeyan û pêgeha sereke ya peywendiyên DAIŞ`ê li navça Qadisiyê hatine jinavbirin“.

Piştî ku Heyder Ebadî roja 10 Tîrmehê nûça azadbûna bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê da, ragihand ku operasiyona azadkirina bajarê Til Eferê li parêzgeha Nêynewayê û Hewîcê li başûra parêzgeha Kerkûkê dê bi vê zûtiyê destpê be.

Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014an bi palpiştiya abûrî û eskeriye Amerîka, hevpeymanên rojavayî û hevpeymanên navçeyî ji wan Erebistan û Tirkiyê êrişî ser Iraqê kir û navçeyên berfireh ji bakûr û rojavaya Iraqê dagîr kirin û dest bi cinayetên zav kir.

Ji wê çaxê va hêzên artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî û alîkariyên misteşarî ya Komara Îslamî ya Îranê parek pir ji axa xwe ji destê terorîstan derxistin. (BANGÊ ÎSLAMÎ)

Exit mobile version