180 birîndar li 23 mîn îniya meşa mafê vegeryanê
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê îniyê şevê li bara birîndarbûna 180 kesan li 23 mîn îniya meşa mezin a mafê vegeryanê li zîvala Gazayê agahî da.
Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Tendrstiyê ya Filistînê destnîşan kir ku di nav birîndaran de, hêzekî gîhandina alîkariyê û zarokekî 10 salî heye u halê her duyan xirab e.
Meşa bi aşitî ya mafê vegerê ji 30ê Adara buhurî ve bi muansibeta roja erdê li zîvala Gazayê destpê bûye û tim didome.
Bi hezaran filistînî ji 30`ê Adarê ve li 42`emîn salvegera Roja Erdê ve heya niha li meşa Mafê Vegerê ku her îniyê tê lidarxistin, beşdar bûne ku li vê xwenîşandanê zêde ji 183 filistînî şehîd bûne û zêde ji 19000 kes jî birîndar bûne.
Meşa filistîniyan li salvegera roja erdê bîranîna biryara Rejîma Siyonîstî li warê zevtkirina erdên flistîniyan li 30ê Adara sala 1976`an e ku her salê tê lidarxistin.
Rejîma Îsraîlê bi zevtkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têde, li dû guhertina demogirfiya filistînî ya wê û siyonîstnîşandayîna van navçana ye da ku serdestiyên xwe li van navçên filistînî tesbît bike.