FilistînNûçeRojhilatanavin

180 birîndar li 23 mîn îniya meşa mafê vegeryanê

Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê îniyê şevê li bara birîndarbûna 180 kesan li 23 mîn îniya meşa mezin a mafê vegeryanê li zîvala Gazayê agahî da.

 Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Tendrstiyê ya Filistînê destnîşan kir ku  di nav birîndaran de, hêzekî gîhandina alîkariyê û zarokekî 10 salî heye u halê her duyan xirab e.

Meşa bi aşitî ya mafê vegerê ji 30ê Adara  buhurî ve bi muansibeta roja erdê li zîvala Gazayê destpê bûye û tim didome.

Bi hezaran filistînî ji 30`ê Adarê ve li 42`emîn salvegera Roja Erdê ve heya niha li meşa Mafê Vegerê ku her îniyê tê lidarxistin, beşdar bûne ku li vê xwenîşandanê zêde ji 183 filistînî şehîd bûne û zêde ji 19000 kes jî birîndar bûne.

Meşa filistîniyan li salvegera roja erdê bîranîna  biryara Rejîma Siyonîstî li warê zevtkirina erdên flistîniyan li 30ê Adara sala 1976`an  e ku her salê tê lidarxistin.

Rejîma  Îsraîlê bi zevtkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên  siyonîstnişîn têde, li dû guhertina demogirfiya filistînî  ya wê û siyonîstnîşandayîna  van navçana ye da ku serdestiyên xwe li van navçên filistînî tesbît bike.

Başa dön tuşu