AsyaEfrîqaNûçe

Li paytexta Vietnamê Hanoiyê agir bi bareke karaokeyê ket û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî agahiyên ku rojnameya VNExpressê ji rayedarê agirkuj ê Hanoiyê Viet Manh girtine li bareke karaokeyê 8 qatî agir bi panoya elektrîkê ket û paşê ew agir avahî û restorantên derdorê belav bû.

Hat diyar kirin ku midaxeleya xebatkaran qîmê temirandina êgir nekir û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da. Serokwezîrê Vietnamê Nguyen Xuan Phuc jî li ser malpera fermî ya Serokweziriyê bang rayedaran kir, da ku ji nêzîk ve bi bûyerê re eleqeder bibin û daxuyand ku ji bo lêpirsîn li polîsan were vekirin, wî ferman daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu