IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Tiştek nemaye ku DAIŞ li Mûsilê hilweşe

Serokwezîrê Iraqê li hevpeyvînekê got ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê tevî bi sedan babetên trimbêlên bombekirî li Iraqê ku li encama wê bi sedan kes hatine kuştin êdî ev coş û kelecan jibo berxwedana demdirêj li Mûsilê tine û dê bi zûtirkê tûşî şikestê were.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevpeyvîna bi Associated Press`ê re got: “Em  dizanin ku hemî teşkîlatên terorîstî yên DAIŞ`ê dê ji aliyê hêzên çekdar ên Iraqê va ji nav herin. Serketina  li azadiya  navçên  berfireh li Mûsilê nîşan dide ku  DAIŞ`ê êdî ev  kelecan û viyana  berê jibo berxwedana  li hember êrişên çekdariyê yên me tine û dê bi zûtirkê hilweşe“.

Wî got : “Mûsil niha  tam di bin kontrola  hêzên iraqî de ye  û em li bendê ne bi zûtirkê bikaribin vê navçê bixin bin kontrola xwe û DAIŞ`ê derxînin. Ez hejmara kuştiyên hêzên iraqî ji dema  destpêbûna operasyonê li Mûsilê ranagihînim“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu