Li encama gullereşandinên roja çarşemiyê li Emerîkayê, 10 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, li encama gullereşandinên li bajarê Grandîlê li eyaleta Alabamayê, sê kes hatin kuştin.
Li encama gullereşandinê li her yek ji bajarên Cûlyêtê li eyaleta Îlînoy, Ceksonvîl li Florîdayê, Rasîn li Vîskansenê, Makan li Corciyayê, Lîkviyo li Karolînaya başûrî, Agosta li Corciyayê jî kesk hat kuştin.
Her wiha li encama gullereşandina li bajarê Bronksê li eyaleta Niyoyorkê, sê kes birîndar bûn.
Li encama gulleavêtinên her yek ji bajarên Dinorê li Koleradoyê, Talahasiyê li Florîdayê, Norfolk li Vîrcînyayê, Bostonê li Masaçosêtê, Berklî li Karlînaya başûrî, Parkton li Karolînaya bakurî û Spring Fîld li Ohayoyê jî kesek birîndar bû.
Salê bi hezaran kes li encama gulleavêtina li cihên curbicure Emerîkayê tên kuştin an birîndar dibin.
Tevî adxwaziyên grûpên alîgirê mafên mirovan a welatîbûnê li Emerîkayê, ji ber qaweta lobiya çekan heya niha tu yek ji dewletên Emerîkayê nekarîn hin qanûnan li bara sînordakirina firotina çekan li vî welatî kivş bikin.
Eva li halekê ye ku Donald Trump serokkomarênû yê Emerîkayê yek ji alîgirên sereke yên çekdarên emerîkî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)