İslami Davet Kurdi Bange İslami

19 têrorîst li rojavaya Mûsilê hatin kuştinê

Hêzên hevpar ên iraqî di encama opêrasyona duh danê êvarê li beşa rojavaya Mûsilê da, 19 têrorîst ji wan 4 bîyanî kuştin.

Li gorî rapora akana nûçan a Al-Alamê, hêzên iraqî nêzîkî mizgevta Al-Nûr û minareya Hedbayê, cihê kombûna têrorîstan li rojavaya Mûsilê dibin.

Li gorî vê raporê, hêzên iraqî hewl didin ku mizgevta Al-Nûrê ku girîngîyeke istiratêjîk heye û sembola herî dawîyê ya DAIŞ`ê li Mûsilê ye, bêxin destê xwe.

Televîzyona Al-Iraqiyê jî ragihand ku balafirên cengê yên Iraqê maşîneke bombekirî li tûnêla taxa Al-Sehê li rojavaya Mûsilê têk birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version